“Nexweşek were cem te û derdekî xwe, sireke xwe bi te re parve bike, tu yê yekser wê bikî çîrok û di kitêban de biweşînî qey? Ev ne nivîskarî ye, ev ne afirînerî ye, ev ne edebiyat e, bi vî şiklî tu tiştekî ne li xwe ne li edebiyatê zêde dikî!” Li ser hev wek fîşekê bi dengekî hêl dipeyivî. Ji ber dengê wî, xebatkarê me bi ecele ket hundir ji wî hebû me şer dikir. Lê nerî em rûniştî ne. Min bi destan jê re îşaret kir ku tu kêşe tuneye. Êdî ez jî hêrs bûbûm, heqê kesî tunebû bihata û li odeya min li ser kitêba min peyvên neçê li min bikirana. Ma ew kî bû û xwe çi dihesiband. Usûl û adabê diyalogekê kêm zêde eşkere ne. Tiştekî din jî, heta nuha min çîrok, derd û sira tu nexweşeke xwe nekiriye çîrok û heta ji min bê jî ez nakim.

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786257253536
Yayın Tarihi :2024-01-18
Yayın Dili :Kürtçe
Orjinal Adı :Doz
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :96
Kapak :Karton
Kağıt :Kitap Kağıdı
Boyut :130 X 195
Emeği Geçenler :
Yazar   : Burhan Tek
Yazarın Diğer Eserleri
%5
Dupişk

95.00100.00
DupişkBurhan Tek
İlgili Eserler