Zembîlfiroş tevî gellek guhertoyên (varyant) xwe di nav şahberhemên zargotina (folklor) Kurdî de tê hesibandin. Di nav gel de berbelav bûye û ji aliyê hin helbestkaran (Feqiyê Teyran, Melayê Bateyî, Muradxanê Bayezîdî, Xelîlê Çaçan ûyd.) ve di formên wêjeya klasîk û ya modern de hatiye nivîsîn. Zembîlfiroş di nav “zargotina bajaran” de jî ciyekî xwe yî taybet heye û bi hêmayên xwe yên bajarî û tesewufî bal dikşîne. Kurdologa Ermen Jaklina Surenovna Musaelyan, gellek guhertoyên dastanê berhev kir ...