Destpêka çaryekê serdema 20an, ji alîyê dîroka modern a sîyasî û netewetîya milletê kurd ve, dewreyek pir girîng û despêka statuyek nû ye. Xebatên çapemenî, rojnamegerî û rêxistinî yên milletê kurd di vê demê de geş dibin. Di vê dewreyê de rojname û kovarên wekî Kurdistan, Rojnameya Hevkarî û Pêşkevtin Kurdan, Şerq û Kurdistan, Rojî Kurd, Hetavî Kurd, Serbestî, Jîn û kovara Kurdistan hatine belvakirin. Kurdistana Mîdhed Mîqdad Bedirxan û rojnameya Şerq û Kurdistan ne têde, yên mayî ji alîyê kome ...