Çapa duyem a romana Ferhad Pîrbal "Hôtel Europe" derket.
Mihemedê Hacîzade, meleyekî kevn î îranî ku ji aliyê rejîma meleyan a Tehranê ve hatiye xel'îlîbaskirin û li Parîsê penaber e, eger peyda bibe bi qaçaxî kar dike, bê nasname ye, nikare here ciyekî...
Ferhad, vebêjerê romanê, ressamekî kurd li Parîs / Montmartre portreyan çêdike. Bi şev li hotêlekê kar dike: Hôtel Europe. Monsieur Luciana, cihûyekî bi eslê xwe portekîzî, li Parîs, Oxford û Tel Avîv xwediyê milkên mezin ...